Dogan: Ji bo siberoja azad em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan got “Ji bo azadiya jinan, li hemberî pirsgirêkên ku ekonomiya şer ava kiriye û li hemberî bêkariyê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li welat cara yekemîn e ku li ser avakirina sîstemeke nû lihevkirineke civakî pêk hatiye.

Dogan got "Ez hêvî dikim ku li herêma Şirnexê dengdêrên ku hê biryara xwe nedane, nemane. Çima divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk? Divê dengên xwe bidin Şirnexeke kesk. Li vir her tişt di bin pêşengiya jinan de ye, lê dîsa jî jin rasterast ji aliyê polîtîkayên şerê taybet ve dibin hedef. Ji bo ku dayik, jinên ciwan azadtir bin, zêde berdêlê nedin, divê em dengê xwe bidin. Li vir mixabin bêkarî pirsgirêkeke pir mezin e. Em nikarin pirsgirêkên aboriyê ji ekonomiya şer cihê binirxînin. Ji bo ku ev tişt ji holê were rakirin jî divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk û siberojên azad, divê dengê xwe bidin me.”